Miller: Amerîka şerê dijî DAIŞê dike, yê HTŞê nake
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku red kir dê Amerkîka hêza zêdetir li Sûriyeyê belav bike û got, “Ew şerê Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞê de dike, li hember HTŞê nake”.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna rojnamevanî de li ser rewşa aloz a Sûriyeyê û êrîşa komên çekdar li ser artêşa rejîma Sûriyeyê û HSDê û kontrolkirina Helebê wiha got:
“Amerîka pabendî şikandina DAIŞê û rêgirtina li serhildana wê rêxistinê ye, lê zêdetir hêzê li deverê belav nake û şerê çekdarên Tehrîr Şamê nake.”
‘Amerîka ji şerê Rojhilata Navîn bêzar bûye’
Matthew Miller diyar kir, “Bi rastî Amerîkayî ji şerê berdewam û demdirêj ê Rojhilata Navîn bêzar bûne. Ev jî sedemeke serekî bû ji bo dubare hilbijartina Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê. Ji bilî vê yekê jî, îdareya Biden ku di hefteyên xwe yên dawiyê de ye amade nîne leşkerên Amerîkayê bikişîne nav şerekî berfireh li deverê.”
Miller destnîşan kir, “Amerîka ji bo têkoşîna dijî DAIŞê pabendî wê hevpeymanîtiyê dibe ya ku ji bo Sûriye û Iraqê kiriye, ji ber ku merema wê ew e DAIŞ mezin nebe û gefeke teroristî serî hilnede.”
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.