Li Cizîrê 2 malbatên mirovên hev, li hev dan: 1 kes birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Cizîrê li taxa Cûdiyê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de kesekî ji gewriya xwe birîndar bû. Piştî tîmên tenduristiyê ew derman kirin, birin nexweşxana dewletê ya Cizîrê.
Lê pevçûna navbera malbatan dewam kir û li ser zêdebûna bûyerê polîs ji bo xelkê ji hev belav bike gaza îsotê bikaranî. Sedema pevçûnê nehat zanîn.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.