Li Namîbyayê Nandi-Ndaitwah bû yekem seroka jin a welêt
PeyamaKurd – Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên 27ê Mijdarê yên li Namîbyayê, Nandi-Ndaitwah, namzetê Rêxistina Gelên Afrîkaya Başûr (SWAPO) ku 34 sal in li ser desthilatdariyê ye, weke yekemîn seroka jin a vî welatî hate hilbijartin.
Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Namîbyayê (NEC), namzetê SWAPO Nandi-Ndaitwah ji sedî 57,6 ê dengan stendiye.
Bi vî awayî cîgirê serokê niha Nandi-Ndaitwah bû yekem seroka jin a Namîbyayê.
Hevrikê herî nêz ê Nandi-Ndaitwah, namzetê Patriotên Serbixwe ji bo Guhertinê (IPC) Panduleni Itula, ji sedî 26 ê dengan stend. Namzedê partiya sereke ya muxalefetê Tevgera Demokratîk a Gel (PDM) McHenry Venaani ji sedî 5 ê dengan sitend.