Almanya: Tirkiye di rûbirûbûna krîza heyî ya li Sûriyeyê de xwedî roleke navendî ye

Almanya: Tirkiye di rûbirûbûna krîza heyî ya li Sûriyeyê de xwedî roleke navendî ye

PeyamaKurd – Derbarê rewşa Sûriyê de, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî got, Tirkiye di rûbirûbûna krîza heyî de roleke sereke heye.

Annalena Baerbock, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Wezareta Karên Derve de got, “Di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya NATOyê ya li Brukselê da bi Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan ra hat bal hev” û wiha got: “Tirkiye wek aktorê sereke yê herêmê di çareserkirina qeyrana heyî de xwedî roleke sereke ye.”

Baerbock di posta xwe de tekez kir ku divê parastina sivîlan û kêmneteweyan li Sûriyê giringiyeke sereke be.

Wezîrê Derve yê Almanyayê di peyama xwe de amaje bi şerê Ukraynayê jî kir û diyar kir ku NATO di demên wiha de lengerê ewlehiyê ye.

Baerbock bal kişand ser girîngiya hilgirtina berpirsyariya Almanyayê di rewşên wiha de û got, "Ji bo ewlehiya Ewropayê, parastina milê rojhilatê NATOyê û piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî ya Ukraynayê girîng e. Em bi tugaya xwe re li qadan dixebitin. Li Lîtvanya, li hewa bi Eurofighters û em milê rojhilatê NATOyê bi keştiyên din ên li Deryaya Baltîkê xurt dikin."

 
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.