PDK vedigere Kerkûkê: Navendeke nû tê kirin

PDK vedigere Kerkûkê: Navendeke nû tê kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku navenda Mekteba Rêxistina Kerkûk–Germiyanê ya PDKê tê vekirin.

Berpirsê Rêxistinên Mekteba Rêxistina Kerkûk–Germiyanê Luqman Kakeyî ragihand ku wan avahiyek li Kerkûkê kirê kiriye û biryare serê sala 2025an wekî PDK vegerin bajarê Kerkûkê û Mekteba Rêxistina Kerkûk–Germiyan a PDKê dest bi karê xwe yê asayî bike.

Kakeyi gotiye, wê rêveberiya Kerkûk–Germiyan a PDKê jî bi temamî vegere bajêr.

Hêjayî gotinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku navenda PDKê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû desteserkirin, PDK karên xwe yên siyasî yên li navenda bajêr rawestandibû.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.