Erdogan û Sûdanî rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Erdogan û Sûdanî rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 3yê Kanûnê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gorî ragihandina Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê, Erdogan û Sûdanî rewşa dawî ya Sûriyê gotûbêj kirin.

Erdogan ji Sûdanî re daye zanîn ku ew wek Tirkiye girîngiyê didin yekparçebûna Sûriyê  û di vê mijarê de bi Iraqê re hevnêrîn in û got.: “Divê Rejîma Sûriyeyê bi awayekî rastîn tevlî proseya siyasî ya welatê xwe bibe, ji bo ku rê li zêdetir alozbûna rewşê bigire.”

Erdogan diyar kir, “Enqere wê li ser vê prsê bi Bexdayê re di pêwendiyê de be” û got: “Tirkiye di çarçoveya parastina ewlehiyê de hemû rêkar û planan bi cih tîne, ji bo ku PKK sûdê ji van pêşhat û alozî û hevrikiyên Sûriyeyê wernegire.”

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.