Herêma Kurdistanê û Iraq plan dikin ku hejmara tûgayên hevbeş bigihînin 6an
PeyamaKurd – Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Fermandeya Operasyonên Hevbeş Ebdulxaliq Talat ragihand, ji bo zêdekirina hemahengiya leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, tê plankirin ku tûgayên hevbeş bên avakirin.
Ebdulxaliq Talat di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê da.
Talat got: “Damezrandina van her du tûgayên hevbeş pêvajoya ceribandinê bû û bi hevkariya Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê bi awayekî serkeftî bi dawî hat.”
Talat bal kişand ku planên wî yên paşerojê yên piştî vê dewra derbasbûnê hene û got, “Her çend niha me bi 2 tûgayan dest pê kiribe jî, lê pêwîst e di pêşerojê de em ê vê hevkariyê berfirehtir bikin. Di salên pêş de em plan dikin ku bi hevkariya artêşa Iraqê zêdetirî 6 tûgayên hevbeş ava bikin.”
Talat bi bîr xist ku hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê niha li herêmên Qereçox û Sergeranê heta sînorên Kerkûkê, bi hev re dixebitin û got, “Cotkarên kurd ên li van herêman bêyî tirsa terorê dikarin bi hêsanî çandiniyê bikin.”
Derbarê pêvajoya serjimêriya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî Talat got, “Em kêfxweş in ku navên gelek kesên ku vegeriyane Kerkûkê hatine tomarkirin. Ev tomar xwedî giringiyeke taybet in.”
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.