Ukraynayê yekem car moşekên Brîtanî li dijî Rûsan bi kar anî

Ukraynayê yekem car moşekên Brîtanî li dijî Rûsan bi kar anî

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îngilîstanê de cih girtine, Ukraynayê cara ewil moşekên krûzê yên dûravêj "Storm Shadow" ku ji aliyê Îngilîstanê ve li ser xaka Rûsyayê hatiye dayîn, bi kar aniye.

Niştecihên gundê Marîno yê li herêma Kurskê ya Rûsyayê parçeyên moşeka Storm Shadow ya ku ji aliyê Îngilîstan-Fransa ve hatiye çêkirin dîtin.

Ji aliyê Îngilîstan û Rûsyayê ve heta niha ti daxuyaniyeke fermî derbarê moşekên navborî yên li herêmê tên bikaranîn de nîne.

Tê zanîn ku moşekên "Starm Shadow" xwedî menzîla 250 kîlometreyî ne.

Hêjayî gotinê ye ku ev geşedan piştî nûçeya ku rêveberiya DYA destûr daye moşekên Pergalên Moşekên Taktîkî yên Bejahî yên dûravêj (ATACMS) ên ku ji Ukraynayê re dane, li ser axa Rûsyayê bi rengek sînordar werin bikar anîn, pêk hat.

 
 
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.