Ciwanê Êzidî yê gundê Koço piştî 10 salan li Minbicê hate rizgarkirin

Ciwanê Êzidî yê gundê Koço piştî 10 salan li Minbicê hate rizgarkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî 10 salên revandinê ji aliyê DAIŞê ve, Diyar Elî yê xelkê gundê Koçoyê hatiye rizgarkirin û gihîştiye nav malbata xwe.

Diyar Elî Refo, ku xelkê gundê Koçoyê yê girêdayî Şingalê ye, sala 2014an ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû revandin. Di operasyoneke leşkerî de, Diyar li mala yek ji çekdarên DAIŞê li Minbicê hatiye rizgarkirin.

Hêjayî gotinê ye, di sala 2014an de zêdetirî 6 hezar 417 welatiyên Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin ku heta niha 2 hezar û 843 welatiyên Êzidî hîn di bin destê DAIŞê de ne.

Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyan ragihandiye ku hêj zêdetirî 500 welatiyên Êzidî li kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hene.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.