Balyozxaneya Îsraîl a Urdinê rastî êrîşê hat: Êrîşkar hate kuştin
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Urdinê da xuyakirin ku çekdarekî êrîşî hêzên ewlehyê yên balyozxaneya Îsraîlê ya li Urdinê kir.
Hate ragihandin ku di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.
Ajansa Nûçeyan a Urdinê (Betra) bi zarê berpirsê ewlehiya giştî ragihand ku bi guleyan êrîşî dewriyeyeke hêzên wan li herêma Rabiye ya paytexta Urdin Emmanê hatiye kirin û di encamê êrîşker hate kuştin.
Ruetresê jî bi zarê şahidan daye xuyakirin, polîsên Urdinê piştî dengê guleyan hatiye bihîstin, dora balyozxaneya Îsraîlê girtiye.
Dîsa çavkaniyeke ewlehiyê jî dema êrîşê got ku polîsan bang li xelkê kiriye ku di mala xwe de bin heta ku hêzên ewlehiyê êrîşker bigire.
Hêjayî gotinê ye, li herêma nêzî balyozxaneyê gelek caran xwepêşandanên li dijî Îsraîlê têne lidarxistin.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.