Komkara Erebî li ser daxwaza Iraqê dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 24ê Mijdarê Komkara Welatên Erebî li ser daxwaza Iraqê û di asta nûnerên daîmî de, bi serokatiya Yemenê derbarê gefên Îsraîlê li ser herêmê de, civîneke neasayî pêk tîne.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Welatên Erebî Husam Zekî eşkere kir, Komkara Welatên Erebî di 24.11.2024 de li ser asta nûnerên herdemî, bi serokatiya Yemenê û li ser daxwaza Iraqê civîneke neasayî dike.
Husam Zekî got, “Di civînê de, danûstandin li ser yadaştnameya Serokê Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî têne kirin, ku li ser gefên Îsraîlê yên li ser Iraqê ji meha Îlona borî ve ye.”
Herwiha hatiye diyarkirin ku ew gefên Îsraîlê rakêşana deverê ji bo şerekî berfirehtir ê herêmî ye.
Husam Zekî da xuyakirin, “Daxwazeke Iraqê ji bo lidarxistina rûniştineke neasayî ya Civata Komkara Erebî gehîştiye Sekreteriya Giştî ya Komkara Erebî, ji bo şêwirmendiyê ew daxwaz ji bo welatên endam ên Erebî hatiye şandin û biryar e civîn li navenda Sekreterê Giştî bê lidarxistin ku çend welat piştgiriya wê daxwaza Iraqê dikin.”
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.