Bi çekan êrîşê mînîbusa rêwiyan kirin: 38 kes hatin kuştin

Bi çekan êrîşê mînîbusa rêwiyan kirin: 38 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê, bi çekan êrîşê mînîbusa rêwiyên ku Şî’ayê Misilman hildigirt kirin, herî kêm 38 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.

Li gor xebera rojnama Dawnê; polîsê bi navê Kaleem Shah, gotiye ku çend kesên çekdar bera minibusa ku ji bajarê Paraçinarê diçû bajarê Peşaverê dane û di mînîbusê de Misilmanên Şîa hebûn, bi çekan li wan xistine.

Doktorê nexweşxana ku birîndaran birinê yê bi navê Gayur Huseyin ragihandiye ku dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Wezîrê karên navxwe yê Pakistanê Muhsin Nakvi jî li ser bûyerê ragihand ku herî kêm 38 kes mirine û 11 kes birîndar bûne.

Berdevkê rêvebiriya eyaleta Hayber Pahtunhvayê Muhammed Ali Saif ragihandiye ku di konwoyê de li dora 200 heb erebe hebûne û êrîşker ewilî bi çekan li polîsan dane.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.