Li Nîjeryayê di nav heftekî de 115 terorîst hatin kuştin

Li Nîjeryayê di nav heftekî de 115 terorîst hatin kuştin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê di operasyonên ser rêxistina Boko Haramê û ya ser DEAŞ a şaxê rojavayê Afrîkayê ser ISWAPê de, di nav heftekî de 115 endamên wan hatin kuştin. Ji bilî kuştiyan 238 endamên wan hatine girtin û 138 kesên ku ji bo fîdyê wan revandibûn hatin rizgarkirin.

Wezareta bergiriya Nîjeryayê, rêvebirê medya yê operasyonan Edward Buba di civîna heftane ya çapemeniyê de ragihad ku di nav hefta dawiyê de, operasyonên ser rêxistin û çeteyan dewam dikin.

Buba, got ku di nava 115 kesên kuştî de, serokê wan Munzur ya Audu jî heye. 238 endamên wan jî hatine girtin. Kesên ji bo fidye ji malbatên wan bistînin ku jimara wan 138 bûn û di destê çete û rêxistinan de bûn, hatine rizgarkirin. Di operasyonan de 50 sîlih û muhîmmat jî xistine dest.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.