Hevserokên DEM Partiyê yên navça Esenyurtê şandin zîndanê
PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Îstenbolê bi sedema ku di sala 1995an de endama PKKê ya bi navê Gülşen Atalmış ji nav hatibû birin, di bîranînekî DEM Partiyê ya Esenyurtê de, behsa navê wê û jiyana wê hatibû kirin, lêpirsîna di mijarê de dewam dike.
Di vê çaçrovê de, hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê Abdullah Arınan û Rojda Yılmaz xistibûn binçav. Karên wan yên li baregeha asayîşê ji aliyê TEMê de hat temamkirin û paşî wan birin kontrola doktor û ji wê derê birin dadgeriya sulh cezayê.
Bi tewana “Endamên Rêxistinê” ne û “propoganda rêxistinê kirine”, dadgerî biryara zîndanîkirina Arınan û Yılmaz da û wan şandin zîndanê.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.