HEVPEYVÎN | Di projeya fezayê de çîroka serkeftina keça Kurd Tawîn Pîran: Serbilindiye ku beşdarî projeyeke Kurdî bibim

HEVPEYVÎN | Di projeya fezayê de çîroka serkeftina keça Kurd Tawîn Pîran: Serbilindiye ku beşdarî projeyeke Kurdî bibim

PeyamaKurd - Ajansa Fezayê ya Ewropayê ragihand ku rokêta wê ya nû Ariane-6 bi awayekî serkeftî ber bi fezayê ve hatiye firandn. Keça Kurd Tawîn Pîran ku yek ji endezyarên projeya Ariane-6an e, di frandina Ariane-6an de berpirsyariya beşê girt. Tawîn Pîran çîroka serkeftina xwe vegot.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) di 9ê Tîrmehê de ragihandibû ku roketa nû ya Ewropayê Ariane-6, li gorî demjimêra herêmî di 16.00an de ji navenda fezayê ya Ewropayê ya li Guyanaya Fransayê bi awayekî serkeftî ber bi fezayê ve hatiye frandin.

Demjimêrek piştî hilkişînê, Ariane-6a 56 metre dirêj, bi serketî, li orbitek 600 km yî hate bi cihkirin.

Ev mûşek ji aliyê çend kompaniyên Almanî û Fransî ve bi hevbeşî hatiye çêkirin. Yek ji endezyarên projeyê endezyara jin a Kurd Tawîn Pîran e.

Tawin berpirsyariya beşa sîstema mûşekî ya Ariane-6 girt. Endezyarê kurd ê serkeftî Tawîn Pîran derbarê projeyê de bersiva pirsên Rûdawê da.

Tawîn Pîran anî ziman ku fezayê her bala wê kêşaye û di xwedî wê baweriyê bûye ku ew ê di siberojê de bibe beşek ji projeya fezayê ya li Kurdistanê.

Pîran, anî ziman ku ji ber ji keçên kurd re bûye maka feyzê pir serbilind e û serkeftina xwe wiha vegot: “Xebatkirina bi biryar wê teqez berhema xwe bide. "Heke hûn bi rastî ji xewnên xwe bawer bikin, tiştek nikare we rawestîne. 

Tawîn Pîran planên xwe yên siberojê bi van gotinan anî ziman: "Ez dixwazim di endezyariya pergala fezayê de bêtir ezmûnê bi dest bixim û bi qasî ku gengaz bibe, di derbarê aliyên teknîkî yên pergalê de pisporiya xwe bi pêş bixim."

Roketa Ariane 6 ber bi valahêya esmên ve hat hildan. Ewropiyan bi girîngiyeke mezin çavdêriya wê kir. Tu dikarî ji me re dabaşa girîngiya vê projeyê bikî?

Ariane 6 modeleke bilindtir a roketa Ariane 5ê ye ku yek ji roketên herî pêşketî bû. Bi ceribandina Ariane 6ê, me karî serxwebûna Ewropayê ya gihîştina valahiya esmên biparêzin. Bêguman ev roket ne tenê ji bo Ewropayê, lê bi giştî ji bo her kesî girîng e. Roketên mîna Ariane 6ê rê didin me ku em satelîtan li valahiya esmên bi cih bikin û ji bo gelek armancan mifayê ji wan bibînin wek GPS, hêla înternetê, pêwendîkirin, pêşbîniya keşûhewayê, çavdêriya rewşa erdê û gelek armancên din.

Rola te wek keçeke Kurd a endezyar di vê projeyê de çi ye?

Ez weki endezyara sîstema roketan ku weki Upper Liquid Propulsion Module tê nasîn, kar dikim. Erka min ji karkirina li ser qonaxên dawî yên avêtina roketan ber bi valahiya esmên ve, pêk tê. Ango piştî qonaxa yekem ku avêtina roketê ye, êdî kar tê kirin ji bo ku em piştrast bibin ku roket dê bigihîje cihê xwe. Erka min cuda ye û ez li ser pergalên cihê cihê yên vê rokêtê dixebitim û her pergalek jî dema ku rokêt tê avêtin di jîngehên cuda de kar dike. Di dema avêtinê de, roket di rewşên cuda re derbas dibe wek pileyên germê yên bilind û nizm, lerzîn, zexta keşûhewayê û hin tiştên din ku hemî jî dijwariyên cihêreng derdixin pêşiya berdewamiya rêwîtiyê û gihandina rokêtê ya cihê xwe.

Bi qasî ku em dizanin, te daxwazên çend kompaniyên mezin red kiriye û te dixwest li valahiya esmên kar bikî. Motîf çi bû?

Wek têbinî, ez nikarim bibêjim çend kompanî, lê berî ku ez vî karî bikim, ez ji aliyê mezintirîn şirketa warê valahiya esmên ve hatim daxwazkirin. Her tim valahiya esmên bala min kişandiye. Ji ber ku hîn jî zanyariyên kêm li ser valahiya esmên tên zanîn. Ez hêvîdar im ku mirovahî di warê zanistî de lêgerînên bêtir li ser valahiya esmên bike çimkî hîn gelek tişt hene ku em li ser wê hîn bibin. Bêguman, dê şandina her laşekî ji bo boşahiya esmên ji min re balkêş be, xasma di jîngehên cihêreng ku derdikevin pêş ku me qala wan kir û kelemên nû derdixin pêş.

Her Kurdek bi bihîstina hewldanên we kêfxweş dibe. Te qet hizir kiriye ku li ser navê Kurdistanê beşdarî projeyekê bibî?

 Erê, ez pir hez dikim karekî wisa bikim. Ger ji bo valahiya esmên projeyeke Kurdî hebe, ez ê serbilind bim rolekê tê de bilîzim.

Bêguman gihîştina te bi vê qonaxa niha ne hêsan bû. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?

Heta îro jî gelek kes hene ku bi awayekî klasîk difikirin, nemaze dema axaftin tê ser karkirina jinan di warê boşahiya esmên de. Herwisa mezinbûna di malbateke penaber de jî ne alîkar e. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku keda dijwar dikare berhemên baş bide. Pir girîng e jî ku bala te li ser bidestxistina xewn û armancên te be. Ger tu bi rastî bi xewnên xwe bawer bî, wê demê tiştek nikare te rawestîne. Xweşbextane, qada boşahiya esmên qadeke navdewletî ye û ji bo gihîştina wê qonaxê, pêwîstiya te bi gelek xwendin, meşq û rahênanê heye, lê hêjayî wê ye!

Raman û planên te yên siberojê çi ne? Tu dixwazî çi bikî û bigihî çi?

 Dixwazim di warê endezyariya sîstema valahiya esmên de ezmûneke zêdetir bi dest bixim û heta ku ji destê min bê li ser aliyên teknîkî yên sîstemê fêr bibim û zanyariyan bi dest bixim. Bêguman ez hêvî dikim ku ez ji bo keçên din ên Kurd jî bibim mînakeke baş û tekez bikim ku ev qad ji bo her kesî guncaw e, tu li kîjan civakê mezin bûyî ne girîng e.

Gotina te ya dawî çi ye?

Tiştekî din tune ku ez bibêjim û ji bo belavkirina çîroka min spasiya te dikim!

Tawîn Pîran kî ye?

Di sala 1994an de li bajarê Bonnê yê Almanyayê hatiye dinyayê.

Dayika wê ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Bavê wê ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Li zanîngeha Aachenê ya Almanyayê, Koleja Endezyariya Mekanîkî qedandiye.

Di sala 2020an de, master di zanista valahiya esmên de wergirt.

Berpirsa beşa sîstema mûşekî ya Ariane 6ê ye.

Kosar Osman / Rûdaw