Li Kerkûkê esasê fabrîka hilberîna otomobîlê hat danîn
PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê, bi tevlîbûna parêzgerê Kerkûkê Rebwar Taha, esasê fabrîka hilberîna otomobîlê hat danîn. Taha ragihand ku wê şîrketên Amerîka û Almanya xwediyê parê bin û ji bo 5 hezar kesî deriyê xebatê veke. Taha di civîna çapemeniyê de got:
“Ev, ji bo xelkê Kerkûkê û Iraqê destkeftiyekî gelek baş e. ji bo budça wê 300 milyar dinar pere hatiye veqetandin. Di avakirina fabrîkê de wê şîrketên Amerîka û Almanya hebin û paşî wê di fabrîkê de para wan hebe.
Ji bo hilberîna otomobîlan, alavên (malzeme) ku pêwistin % 35ê wê dê ji Amerîka, Almanya û Tirkiyê bên kirîn û % 65ê wan dê li Kerkûkê bên hilberîn. Ev rewş wê ji bo Kerkûkê bike ku 5 hezar kes tê de bixebitin û ji bo aboriya Kerkûkê zor baş e.”
Wê navê otomobîlê ‘Ork’ be û li gor standardên navdewletî bên hilberîn û îxrac kirin. Ji ber otomobil li Kerkûkê dê bê hiberîn, wê bihayê wê li gor yên ji derve dikirin, dê erzantir be. Ji ber hilberîna wê li Kerkûk be, wê gumrika wê tinebe.
Asasê projeya fabrîkê li nahiya Leylanê ya Kerkûkê hat danîn.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.