Navça Sındırgı ya Balikesirê bi dereca 6,1 hejiya
PeyamaKurd – Navça Sındırgı ya bajarê Balikesir a Anedolê seet di 22.48an de bi dereca 6,1 hejiya. Erdhej di kûrahiya bin erdê di 6 km yan de qewimî.
Bajarên wekî Îstenbol, Manisa, Aydın û Îzmîr jî erdhejê hîs kirin. Lê di pey erdhja bi dereca 6,1 de, seet di 23.04an de car din bi dereca 4,2 erdhejekî dinê jî çêbû.
AFAD ê kûrahiya erdheja bi dereca 4,2yê weke 7 km di bin erdê de destnîşan kir.
Heya niha bûyerekî neyînî nehatiye ragihandin bê li deverê zerara malî û canî çêbûye an na.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.