Li Zanko ya Ankara xwendevan pevçûn: 2 kes birîndar û 23 kes binçavkirîne

Li Zanko ya Ankara xwendevan pevçûn: 2 kes birîndar û 23 kes binçavkirîne

PeyamaKurd – Li Zanko ya Ankara bi sedemekî nehat zanîn, xwendevan pevçûn û di encamê de 2 kes birîndar bûn û 23 kesan binçav kirin. Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê Fakulte ya Wêjeyê (Edebiyat).

Xwendevanên fakulta Edebiyatê ya Zankoya Hacetepe ewilî munaqeşe kirin û paşî bi dar, kevir û kulman li hev xistin. Tîmên tenduristiyê her 2 birîndaran birin nexweşxana bajêr ya Bilkentê.

Li ser bûyerê polîsan 23 kesan xistin binçav û tedbîrên tund li zankoyê û nexweşxanê sitendin.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.