Serokê TBMMyê Kurtulmuş: “Zimanê dê weka şîrê dê helal e”

Serokê TBMMyê Kurtulmuş: “Zimanê dê weka şîrê dê helal e”

PeyamaKurd – Serokê Meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş li bajarê Balikesirê li Mala Mamosteyan bi nûnerên civaka sîvîl û rûsipiyan re civiya û li ser gelek mijaran axifî û hem danûsitendina kir. Numan Kurtulmuş li ser miajara tevgerên ku heya niha li dijî milletê Kurd hatiye kirin de got:

“Çaxa red, înkar û asîmîlasyonê li pey me ma. Ti kes nikare zimanê dê (dayîkê) bike bahane û milletê bixe nav cudatiya siyasî. Zimanê herkesî weka şîrê diya wî lê helal e. Li Tirkiyê di civaka me de qismekî mezin birayên me yên Kurd in. Li ser nasnama wan zor û zahmetî qet nayê qebûlkirin.

Herkes xwedî mafe ku çanda xwe pêşde bibe û nasnama xwe qebûl bike. Em jî mecbûrin nasnamên cuda qebûl bikin. Lê qebûlkirina nasnamên cuda nayê vateya mirov cudatiyê bixe nav civakê, wan perçe bike an wan di derveyê civakê de bihêle.”

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.