Mucahît Bilicî: Kurdî ne turîst ne jî mêvan e, xwediyê malê ye!

Mucahît Bilicî: Kurdî ne turîst ne jî mêvan e, xwediyê malê ye!

PeyamaKurd – Di çend rojên dawî de, jêbirina nivîsên hişyariya trafîkê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê di rojevê de ye. Pêşî li bajarê Wanê nivîsên ‘Pêşî Peya’ û ‘Hêdî’ ku şaredariyan ji bo hişyariya peyayan li ser rêyan danîbûn hatin reşkirin û jêbirin.

Paşê jî li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê vê helwestê berdewam kir ku şaredariyan jî ew nivîs ji nû ve nivîsandin.

Herî dawî eşkere bû biryara jêbirina nivîsên Kurdî ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji parêzgariyan re hatiye şandin û bêyî agahdarkirina şaredariyan ew nivîs bi refeqeta polîsan têne jêbirin. Li gelek deveran ew nivîsên hişyariyê ji nû ve têne nivîsandin ku hiqûqnas dibêjin, ti astengeke yasayî li ber tune ye.

Li ser vê mijara ku li ser zimanê Kurdî nîqaş berdewam dikin, Civaknasê Kurd Mucahît Bilicî ku li Amerîkayê akademîsyen e, nirxandin kir û got, “Têkoşîna bo zimanê Kurdî ya heq û hiqûqê ya li Tirkiyeyê, nabe ji berjewendî û hevsokirina rêxistin û partiyan re bê hiştin ku ew meseleyeke însanî, îslamî û xwemalî ye.”

Mamosteyê Civaknasiyê li Koleja John Jay a Zanîngeha City Newyorkê Mucahît Bilicî ji PeyamaKurd re, li ser krîza nivîsên hişyariyê yên Kurdî ku bertekên zêde ji aliyê raya giştî ya Kurd re jê re hatin nîşandan axivî.

Bîlicî dibêje; “Kurdî nirxeke wiha ya hevpar e ku nabe ji siyaseta Kurdî û qada siyasî ya Tirkiyê re bê hiştin ku wekî alavê bikar bînin.”

“Kurdî ji hemû kesên îtirazê lê dikin kevnartir e”

Mucahît Bîlicî diyar dike; bikaranîna fitrî, wijdanî û gerdunî ya zimanê Kurdî têkoşîneke ku her miroveke derveyî partî û îdeolojiyan di dilê xwe de hîs bike ye û destnîşan dike: “Kurdî nirxeke hevpar a ku nabe ji siyaseta Kurd û hemû aliyên siyasî yên Tirkiyê re wekî alavekê bê hiştin e.”

Bîlicî dide zanîn ku meseleya Kurdî meseleyeke îslamî û xwemalî ye û wiha didomîne:

“Kurdî ji hemû kesên îtirazê lê dikin kevnartir ze, hîn xwemalîtir û helaltir e. “Têkoşîna bo zimanê Kurdî ya heq û hiqûqê ya li Tirkiyeyê, nabe ji berjewendî û hevsokirina rêxistin û partiyan re bê hiştin ku ew meseleyeke însanî, îslamî û xwemalî ye.”

“Divê Tirkiye bi rastiya Kurd û Kurdî re lihev bike”

Civaknas Bîlicî dibêje, divê Tirkiye bi rastiya Kurd û Kurdî re li hev bike û dide xuyakirin, “Kurd ne kêmîne ne, piraniya damezrîner a Tirkiyê ne. Tiştekî bi navê ku tiştnan bidin Kurdan tune ye. Ji aliyê deshilatê ve meseleya naskirina rastiya Kurd û Kurdî heye. Pêwîste îstiqbala Tirkiyê bi vê rastiyê re li hev bike. Ne ku ji bo ya heyî biguherîne, pêwîstî bi lihevkirina ya heyî heye. Ne ji bo parçekirina Tirkiyê, ji bo bi xwe re lihev were ev pêwîstiyek e.”

  “Kurdî ne turîst ne jî mêvan e, xwediyê malê ye”

Bîlicî dawiyê got, ji ber ku daxwaza mafê Kurdî ne daxwazeke mafê kêmîneyî ye, nabe ev yek şaş bê fêmkirin û ev nirxandin kir:

“Kurdî ne turîst ne jî mêvan e. Lê belê xwediyê malê ye. Li Tirkiyê bi qasî hezkirina Tirkî em ê ji Kurdî jî hez bikin.”