Dr.Rekanî: "Divê Kurd bi axaftina Kurdî ya lîderan û bilêvkirina ‘Kurdistanê’ nexapin”
PeyamaKurd – Piştî mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de bi 50 rojan li gorî yasayên Îranê hilbijartin hate kirin. Di gera yekê ya hilbijartinan de ku 29ê Hezîranê birêve çû ti namzedekî rêjeya sedî 50 bi dest neanî û hilbijartina serokomariyê ma gera diduyan.
Di gera diduyan a hilbijartina serokomariya Îranê de ku 5ê Tîrmehê hate kirin, Mesûd Pezeşkiyan ê reformîst zora hevrikê xwe yê mihafezekar Seîd Celîlî bir û wek serokomarê nû yê Îranê hate hilbijartin.
Proseya hilbijartinê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê di bin siya boykotê de birêve çû û di gera yekem de rêjeya beşdarîyê di bin sedî 40î de ma. Lê belê di gera duyem de, Pezeşkiyan bi kampanyaya xwe ya hembêzkirina Kurdan û aliyên din ên Îranê serkeftin bi dest xist û rêjeya beşdariya hilbijêran jî zêde kir.
Mesûd Pezeşkiyan, di gera duyem de bi axaftina xwe ya Kurdîyeke zelal û bilêvkirina navê Kurdistanê bala raya giştî ya Kurd jî kişand.
Gelo wê Pezeşkiyan di heyama serokomariya xwe de li hember Kurdan û siyaseta giştî rêveberiyeke çawa li Îranê bimeşîne cihê meraqê ye.
Akademîsyenê Zanista Siyasetê li Zanîngeha Duhokê Dr. Samî Rêkanî ji PeyamaKurd re, hilbijartina Mesûd Pezeşkiyan wek serokomarê nû yê Îranê nirxand.
Dr. Rêkanî dibêje, ew çaverê dike ku wê di serdema Pezeşkiyan de di siyasete li hember Kurdan û bi giştî ya Rojhilata Navîn de guherîn çêbibin.
Dr. Samî Rêkanî, pêşbînî kir ku wê di serdema Pezeşkiyan de li hember Kurdan gavên erênî bên avêtin û dibêje:
‘Dê ji bo Kurdan gavên erênî bên avêtin’
“Di serî de divê bê gotin ku Îran li ser referansa olî tê birêvebirin. Ev rêveberiya li ser bingeha olî ji sala 1979an ve tevahiya sîstema Îranê kontrol dike û girêdayî Xaminey e. Beriya hilbijartinan li Îranê li ser mafên mirovan xwepêşandanên mezin hebûn. Ji ber ku Pezeşkiyan, soza zêdekirina azadiyan di warê mafên mirovan de û hin warên din da xelkê dengê xwe dayê.
Li hember hatine Pezeşkiyan hem ji nav Îranê hem jî ji derve gavên erênî hene. Belê, heger rejîm wê siyaseta xwe ya tund a tê zanîn berdewam neke, Pezeşkiyan dixwaze siyaseteke vekirî bimeşîne. Ger bi vî awayî birêve bibe, dê ji bo Kurdan jî rêyeke nermrê bê vekirin. Ji bo Sûriyê û Iraqê jî wiha ye.”
Îranê dixwaze piştî Silêmanîyê Hewlêrê jî bixe kontrola xwe
Dr. Rêkanî di dewamê de diyar dike, “Niha li Iraqê ne tenê şîa sunî jî ketin kontrola Îranê. Milîs li ser navê Îranê gefan dixwin. Heta Silêmanî teslîmî Îranê bûye. Îran dixwaze Hewlêrê jî bixe kontrola xwe. Nêçîrvan Barzanî neçûya Îranê, wê Îranê polîtîkaya tund a dijî Kurdistanê berdewam bikira.”
Gelo mimkun e ligel Xaminey rêyeke nû bimeşîne?
“Helbet ez vê îhtimalê nabînim, lê ger Pezeşkiyan rêyeke derveyî ya Xaminey bimeşîne û rastî bertekan were, bi qasî têdigihim dibe bi Herêma Kurdistanê re peymanan girê bide, rêyên dîyalogê bên vekirin. Rêya kanalên dîplomasiyê bên vekirin. Îhtimal ew e ku dê wek berê ne hişk be.”
Siyaseta Îranê ya ser Kurdan ne tenê li ser Herêma Kurdistanê birêve diçe
“Herwiha Siyaseta Îranê ya ser Kurdan ne tenê li ser Herêma Kurdistanê birêve diçe. Li Sûriyê jî Kurd hene. Muxetabê meselê ne tenê Kurd in, Amerîka û Rûsya jî hene. Yanî Îran, li gorî sêgoşeya Îran, Amerîka û Rûsyayê tê dizaynkirin.
Şerên li Ukrayna û Xezeyê jî êdî geşedanên li Kurdistan, Iraq, Îran û Sûriyê eleqedar dikin.
Bêguman wê nêzîkbûna Tirkiyê ya Sûriyê jî wê bandorê li ser nêzîkatiya Îranê ya bo Sûriye û Iraqê bike û bêguman wê li ser Herêma Kurdistanê jî bandorê bike. Ev mijareke ji Pezeşkiyan û hikûmeta wî mezintir e. Li herêmê pirsgirêkên cidî hene û wê ev tim hebin.”
Divê Kurd li hember polîtîkaya nû ya Pezeşkiyan yekgirtî bin
“Wê Pezeşkiyan jî van hemûyan bide ber çavan. Amerîka jê nerazî ye ku Herêma Kurdistanê li hember Iraqê lawaz dibe.
Pêwîste Kurd li hember polîtîkaya nû ya Pezeşkiyan yekgirtî bin. Ev gelekî girîng e.”
Gelo em dikarin axaftina Kurdî ya Pezeşkiyan ya dema kampanya hilbijartinê li Rojhilatê Kurdistanê û gotina wî ya ‘Bijî Kurdistan’ çawa binirxînin?
“Êdî em ji van tiştan têr bûne û bûne hoste. Divê êdî Kurd bi gotinên siyasî yên lîderên welatan û axaftinên wan ên bi Kurdî nexapin. Siyaseta stratejîk a Îranê ji gotinan mezintir e, erê Pezeşkiyan jî mezin e, lê îhtimal ewe ku Pezeşkiyan gavên erênî bo Kurdan bavêje lê wê tenê bi awayê siyasî bimîne.
Kesekî ji sedî 53 deng wergirtine çi Kurd çi Tirk çi ji miletekî din be, ew bi xwe Îranîyek e û dernayê derveyî siyaseta kevneşopî ya Îranê. Ma çawa baweriyê bi kesekî ji bo berjewendiyên Îranê hatiye hilbijartin bînin?
Nabe ji bo bi Kurdî axivî ye Kurd baweriya xwe pêk bînin
Dibe bi Kurdan re dîplomasiyeke baş bimeşîne, lê em ne mecbûr in ji bo bi Kurdî axivî ye, baweriya xwe pê werînin. Çimkî yekem mebesta wî berjewendiyên Îranê ne. Her kê li Îranê bibe serokomar karê wî yê pêşîn li dijî Kurdan fikirîna ewlehiya Îranê ye.
Heta niha her çi kes hatibe ser deshilata Îranê, yekem armanca wan xebata bo rejîmê ye. Herwiha ev pêşengên şoreşa Îranê ne. Ti carî destûr nayê dayîn, di serî de ji bo Kurdan û aliyên din gaveke erênî bê avêtin.”
Pirsa dawî, em dikarin peyama Pezeşkiyan a ‘min bi tenê nehêlin’ çawa şîrove bikin?
“Pezeşkiyan di daxuyaniyeke xwe de got, min bi tenê nehêlin. Ew jî dizane ku dema behsa xebat û projeyên xwe bike, wê hin aliyên din ên rejîmê li hember wî rawestin û wê nikaribe projeyên xwe bicih bîne. Yan jî rastî astengiyan were. Li gorî ve axaftina Pezeşkiyan, ev gotin ne tenê ji bo Kurd, Faris, Azerî, Tirkmen û miletên din anî ziman, xwest ku welatên bi awayê qismî piştevaniya guherîna Îranê dikin jî wî bi tenê nehêlin.”
Ev nivîs 59090 car hatiye xwendin.