FBIyê kesê belgeyên plana êrîşa Îsraîl a Îranê belav kiribû desteser kir
PeyamaKurd – Polîsê Federalî yê Amerîkayê FBI karmendê ku belgeyên plana êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê eşkere kiribû, desteser kir.
Li gorî medyaya Amerîkî FBIyê karmendekî amerîkî bi hinceta belgeyên nepen ên plana êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê li ser torên medya civakî belav kiriye, hatiye girtin.,
Ew kesê ku bi navê Asif Wîliyam Rehman, li Kambocê hatiye binçavkirin û bo girtîgeha Goamê hatiyê veguhestin.
Hêjayî gotinê ye, kesê hatiye girtin, beriya niha ji derveyî Amerîkayê bi CIAyê re kar dikir û bi vî awayî jî belgeyên plana êrîşa Îsraîlê bi dest xistine.
Di belgeyên hatibûn belavkirin de, behsa xal û kordînatên navendên Îranê yên dê Îsraîlê wekî bersivdana êrîşa moşekî li wan bixista dihat kirin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.