Pizişkiyan: Em hewla bidestxistina çekên atomî nadin
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkîyan, ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî (IAEA) re ragihand ku Îran hewla bidestxistina çekên atomî nade.
Mesûd Pizîşkiyan îro 14ê Mijdarê, bi Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî (IAEA) re Rafael Grossi re got ku, Îran dixwaze ti gumanan li ser bernameya xwe ya atomî nehêle.
Pizîşkiyan ji Rafael Grossi re ragihandiye, “Wekî ku me gelek caran niyetpakiya xwe diyar kiriye, em amade ne alîkarî û nêzîkbûnê bi IAEA re bikin, ji bo nehiştina şik û gumanên li ser çalakiyên atomî yên aştîxwaz ên welatê me.”
Rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi jî beriya vê daxuyaniyê gotibû, "Em dixebitin ku pêşveçûnên erênî bi dest bixin, ez difikirim ku derfeta me heye ku em pêşde biçin û bi Îranê re muzakere bikin."
Rafael Grossi got: "Girîng e ku ez bi serok û hikûmetê re me da ku pêşkeftinan pêk bînin, ew hêvî dikin ku pêşkeftin çêbibe, ku ev yek pir girîng e, ji ber ku ev demek dijwar e û divê em vê bikin."
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.