Abdullah Gül: Divê mafê milletê Kurd û temamê milletan bê dayîn

Abdullah Gül: Divê mafê milletê Kurd û temamê milletan bê dayîn

PeyamaKurd – Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gül, hevpeyvînekî bi Al Majalla re kir û bersiva pirsên wê da. Al Majalla xîtabê dinya Erebî dike û Gül di hevpeyvîna xwe de behsa gelek mijaran kir. Gül, li ser mafê millet an kêmnetweyên ku li Tirkiya îro dijîn got:

“Divê em qebûl bikin ku di welatekî de temamê hemwelatiyan ji mafê ewlehiyê, azadiyê, desthilatê û qanûnî fêde bibînin. Dixwazî bila Kurd be an ji milletekî dinê be, divê ji bo hemû hemwelatiyan mafên bingehîn bên dayîn. Lê tevgerên terorîst an yên cudakarî nabe ku bibin parêzvanên mafên mirovan. Dibe ku tevgerên weha carna ji aliyê Rûsya an Amerîka de wekî alavekî bên bikaranîn.”

Gül, li ser mijara hevdîtina Erdoğan û Beşar Esed jî got ku divê amadekariyên baş bênkirin, Esad, şertê vekişîna Tirkiyê ya ji Sûriyê dide pêş lê di nav wext de, ev kar dikare bibe. Divê pêvajo baş bê îdarekirin. Eger karibin bikin, wê di têkiliyên wan de rûpelekî nûh vebe.

Gül, mijara ketina leşkerên Tirkiye ji bo Sûriyê û Iraqê, her duyan jî bi valahiya di ewlehiya her dû welatan ve girê da û got eger ew valahî tinebûya wê Tirkiye ne biketa Iraqê û ne jî Sûriyê.

Gül, li ser îhtîmala mijara hevkariya Tirkiyê-Iraq û Sûriye ya li hemberê PKKê de got:

“Divê berya her tiştî em qebûl bikin ku Kurd li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiye grûbekî mezinin. Divê Kurd li welatên xwe bibin hemwelatiyên wekhev…Tevî li hinek welatan zahmetiyên wan hene jî, li Sûriyê Kurda li derveyê her tiştî hiştin û divê ji bîr nekin ku nasnamên wan jî tinebûn. Tevî her awayî divê mesela PKKê û Kurd bi zelalî ji hev bên veqetandin...”

Gül, di hevpeyvîna xwe de behsa desteka Sûriyê ya ji bo Abdullah Öcalan û PKKê, behsa peymana Adanayê û gelek mijarên din dike.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.