Bi balafirên bêmirov êrîşî ser baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê kirin
PeyamaKurd – Li parêzgehên Hums û Dêrezorê yên Sûriyeyê, bi balafirên bêmirov êrîş birin ser baregehên Tenef û Omer yên qada Neftê ya ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, saet derdora 22.30an de baregeha li Qada Petrolê ya Omer a li rojhilatê Çemê Firatê ya li Dêrezorê ye, bi balafireke hewayî hatiye hedefgirtin.
Piştî êrîşê li qada baregehê dengê sîrenan hat bihîstin. Piştre jî hêzên Amerîkayê ji baregeha xwe ya li kêlgeha petrolê ya Omerê, gundên rojavayê çemê Firatê ku komên Îran piştgiriya wan dike, bi topan hedef girtin.
Ji aliyeke din ve zêdetirî yek balafirên bêmirov li dijî baregeha Tenef a Amerîkayê li devera biyabanî ya parêzgeha Humsê rastî êrîşa çekdarî hat.
Nayê zanîn ka ziyan li herdu baregehan bûye yan na.
Di van demên dawî de li Sûriyê bi taybetî jî li ser baregehên ku artêşa Amerîkayê li nêzî sînorê Iraqê bi cih bûne, bi balafirên bêmirov, SİHAyan û çekên bejahî êrîş tên kirin.
Ev nivîs 655 car hatiye xwendin.