Netanyahu: Êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê, li ser Îranê bi 2,3 milyar dolarî bû mal
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku di êrîşa Îranê ya ku biriye ser Îsraîlê, li ser Îranê bi 2,3 milyar dolarî bûye mal û eger Îran car din êrîşê bibe ser Îsraîlê, wê aboriya Îranê felc bibe.
Netenyahu, di axaftina xwe ya ji bo xelkê Îranê kir de got ku ew şer naxwaze. Netenyahu di xîtaba xwe de, bi Îngîlîzî axifî û wekî video belav kir. Netenyahu ji bo xelkê Îranê got:
“Ez zanim hun vî şerî naxwazin. Ez jî naxwazim. Xelkê Îsraîlê jî naxwaze. Tekane hêz heye ku malabata we dixe talûkê. Ew jî zordarên Tehranê ne. Tev ev e.
Dinya tenê perçeyekî ji qeweta me dît. Rejîma Hamaney ji Îsraîlê bêhtir ji tişteka dinê ditirse. Hun zanin ew çi ye? Ew, hun in. Xelkê Îranê ye…”
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.