Sûdanê biryarê da ku deriyê Adre 3 mehên din jî bo alîkariya mirovî vekirî be

Sûdanê biryarê da ku deriyê Adre 3 mehên din jî bo alîkariya mirovî vekirî be

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekgirtî  Stephane Dujarric, di civîna çapemeniya rojane de ji bo rojnamevanan ragihand ku Sûdanê biryar daye deriyê Adre ji bo 3 mehên din jî vekirî bihêle, NY biryarê bi dilxweşî pêşwazî kiriye û wê sewqiyatên alîkariyên mirovî dewam bike.

Dujarric got ku ji meha Tebaxê heya niha, di derî de 11 hezar ton alîkarî derbas bûye û derî ji bo bi milyonan mirovî girîng e.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, di zîrwa COP29ê de bi serokê konseya Sûdanê Orgeneral Abdulfettah el-Burhan re hevdîtin kiriye û jê re behsa girîngiya alîkariya mirovî kiriye.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.