TG: “Pêşbaziyeke nû ya çekên nukleerî dest pê dike, dê ji ya berê pir xeternaktir be”
PeyamaKurd – Di analîza rojnameya navdar a Îngilîstanê The Guardianê de hatiye weşandin, tê gotin ku “li dinyayê pêşbirka nû ya çekên nukleerî” dest pê kiriye.
Gotara bi sernavê “Pêşbirka nû ya çekên nukleerî dest pê dike, dê ji ya berê pir xeternaktir be” ku ji hêla pispora têkiliyên navneteweyî ya amerîkî Jessica Mathews ve hatî nivîsandin, balê tê kişandin ser xebatên bipêşvexistina çekên nukleerî yên Çîn, Amerîka û Rûsyayê.
Di gotarê de tê destnîşankirin ku bi saya Peymana Hêzên Nukleerî yên Navîn-Menzîl (INF) ku di sala 1987an de di navbera Amerîka û Yekîtiya Sovyetê de hatibû îmzekirin, hejmara giştî ya çekên nukleer ên di destê her du welatan de ji 60 hezarî daket 11 hezarî.
Lêbelê, di Sibata 2019an de, serokê wê demê yê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ragihand ku ew ji INFê vekişiyane, bi hinceta ku Rûsyayê peyman binpê kiriye.
Pêngava din a girîng a ji bo kontrolkirina çekên nukleerî di navbera her du welatan de bi Peymana Muşekên Dij Balistîk hatiye girêdan. Peymana ku di sala 1972yan de hatiye îmzekirin û sîstemên mûşekên balîstîk ên bi tîpa nukleerî sînordar dike, 30 salan di meriyetê de maye, lêbelê di sala 2002yan de bi vekişîna DYAyê re hat betalkirin.
Peymana STARTa Nû ya ku berdewamiya peymanên Kêmkirina Çekên Stratejîk (START 1 û START 2) ye ku di sala 1991ê de bi Yekîtiya Sovyetê re ji hêla Amerîkayê ve û di sala 1993yan de bi Federasyona Rûsyayê re hatiye îmzekirin, dê di sala 2026an de dê bi dawî bibe. Peymana STARTa Nû ya ku di sala 2010an de hatiye îmzekirin, hejmara serikên nukleerî yên stratejîk ên ji aliyê Rûsya û Amerîkayê ve tên bicihkirin, zêde dike û ev hejmar gihaştiye 1550î. Di heman demê de hejmara avêtina bombebarên giran ên ku xwedî hêza nukleerî ne digihîje 800î.
Di analîzê de derbarê îhtîmala ku ev peyman neyê nûkirin de daxuyaniyên jêrîn hene:
“Di nîv sedsalê de cara yekê ye ku Amerîka û Rûsya dê li ser cebilxaneyên xwe yên nukleerî bê sînor tevbigerin.”
Guherîna Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di doktrîna bikaranîna çekên nukleerî de jî di meha îlonê de nîgeran zêde kiriye. Kremlînê hingê ragihandiye ku êrîşa li dijî Rûsyayê ya ji aliyê dewleteke bê hêza nukleerî ve bi piştgiriya dewleteke xwedî hêza nukleerî bê kirin wê weke “êrîşa hevpar” bê nirxandin. Her wiha hatiye ragihandin ku Rûsya dikare çekên nukleerî bi kar bîne eger êrîş bo Belarûsê bên kirin.
Mathews, ku di heman demê de seroka saziya ramanê ya Washingtonê, “Carnegie Endowment for Peace International bû”, diyar dike ku pêşbirka çekên nukleerî bi rêliberxweşkirinên vê dawiyê yên Çînê bileztir bûye.
Li gorî daneyên Federasyona Zanistên Amerîkî, ji vê salê ve li Çînê nêzî 500 serikên nukleerî, li Amerîkayê 3,708, û yên Rûsyayê jî 4,380 hene. Mathewsê nivîsiye ku Çîn armanc dike ku heta sala 2035an vê hejmarê bigihîne 1,500î da ku bi Washington û Moskowê re pêşbaziyê bike.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.