Dîmîtrî Peskov: “Dijwar e bi hikûmeta Trump re nakokiyan navbera Rûsya û DYAyê bi dawî bibin”

Dîmîtrî Peskov: “Dijwar e bi hikûmeta Trump re nakokiyan navbera Rûsya û DYAyê bi dawî bibin”

PeyamaKurd – Peyvdarê Serokatiya Rûsyayê Dîmîtrî Peskov di bersiva pirseke medyaya dewleta Rûsyayê (TASS) de “ka gelo hêviyek heye ku dema ku serokê nû hilbijartî Donald Trump bi tîma xwe re dest bi kar bike, nakoyiyên navbera Rûsya û Amerîkayê dê bi dawî bibin? Gotiye: “Nakokî ew qasî kûr in ku dijwar e bi hikûmeta nû ya Trump re bi dawî bibin.”

Di dewama bersiva xwe de jî gotiye, “Divê meriv vê pirsê ji Amerîkayê bike. Nakokî ew qasî kûr in ku çênabe meriv mijarekê wekî ya serekî destnîşan bike.”

 

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.