Amedsporê doz li parêzer û partiyeke nijadperest a Tirk vekir
PeyamaKurd – Amedsporê bi hinceta ku tîma wan wekî ‘rêxistineke terorîst’ pênase kirine doz li Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) a bajarê Kocaeliyê û parêzerê bi navê Kaan Şengîl vekir ku 13ê Mijdarê li ser medya civakî Amedspor hedef nîşan dabûn.
Amedsporê ragihand ku li ser mijareke ku ti eleqeya wan pê ve nîne, wan kesan Amedspor wekî ‘rêxistina terorîst’’ nîşan dane û xwestine bêîtibar bikin.
Hate diyarkirin ku Amedsporê bi hincetên heqaretê û tehrîkkirina kîndarî û neyartî û sivikatiyê li Serdozgeriya Diyarbekirê ya Komarê doz li dijî wan kesan hatiye vekirin.
Herwiha serlêdan li Baroya Kocaeliyê jî hatiye kirin ku cezayê dsîplînê bidin wî parêzerî.
Amedsporê ragihandiye ku ew dê bi biryardarî mafên xwe yên hiqûqî li hember her cûre êrîşan biparêzin.
Parêzer Şengil û serokê BBPê bêyî ku ti eleqeya Amedsporê pê hebe, ji ber bûyerên maça Kocaeli û Sakaryayê navê Amedsporê dabûn û wekî milîtanên terorîst ew nîşan dabûn.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.