Türkiye biryara girtina 37 rayedarên Îsraîlê ku Netenyahu jî di nav de, da

Türkiye biryara girtina 37 rayedarên Îsraîlê ku Netenyahu jî di nav de, da

PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Îstenbolê di derbarê 37 rayedarên Îsraîlê de ku serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu jî di nav wan de ye, bi sedema sûcên ‘komkujiyê’, û ‘sûcên li hemberê mirovahiyê’ biryarnama girtina wan tenzîm kir û da.

Di nav rayedarên Îsraîlê de, serokwezîr Benyamin Netenayhu, wezîrê parastinê Yisrael Katz, wezîrê ewlehiya sînor İtamar Ben Gvir, serokerkan Eyal Zamir û fermandarê giştî yê hêzên deryayê David Saar Selama hene.

Di nav biryarnama desteserkirina 37 rayedarên Îsraîlê ya ji aliyê serdozgeriya Îstenbolê de hat dayîn, gelek şirove û sûcdarkirinên din hene ku ji bo girtina wan rayedaran sedem nîşan dane.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.