Orban: Amerîka û Rûsya yek du mijaran çareser bikin, Lûtkeya Budapestê dikare bê lidarxistin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, berî hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîka Donald Trump re ragihand: “Di danûstandinên Amerîka-Rûsya de hêj yek an du mijarên neçareserkirî hene. Heger ev mijar bên çareserkirin, dibe ku di nav çend rojan de li Budapeştê lûtkeyeke aştiyê bê lidarxistin.”
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, dema ku berê xwe dida Washingtonê ji bo hevdîtina bi Serokê DYAyê Donald Trump re, di balafirê de ji rojnamevanan re axivî.
Orban destnîşan kir ku yek ji mijarên sereke yên nîqaşê dê rêyên çareserkirina Şerê Ukraynayê be û got ku hinek pirsên ku divê bên çareserkirin hene da ku li Budapeştê hevdîtin di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Trump de pêk bê.
Orban wiha got: “Di danûstandinên Amerîka-Rûsya de hêj yek an du mijarên neçareserkirî hene. Heger ev mijar bên çareserkirin, dibe ku di nav çend rojan de li Budapeştê lûtkeyeke aştiyê bê lidarxistin û bi awayê ku li hevbihêrin, agirbest were ragihandin û aşitî bo Ukraynayê bê.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.