YEyê vîzeya pircarî ya Schengenê bo Rûsan betal kir

YEyê vîzeya pircarî ya Schengenê bo Rûsan betal kir

PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropa (YE) bi hinceta ku metirsiyên ewlehiyê yên ji ber şerê li Ukraynayê zêde bûne, dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Rûsî zehmet kir.

Komîsyona Ewropayê ragihand ku ji niha û pê ve welatiyên Rûs dê nikaribin vîzeya gelek caran derbasbûnê (multi-entry visa) bistînin û ji bo her geşta xwe ya bo YE dê neçar bin ku serlêdana vîzayeke nû bikin. 

Hat diyarkirin ku armanc parastina nîzama giştî û ewlehiyê ye. 

Nûnera Bilind a YE ji bo Siyaseta Derve û Ewlehiyê Kaja Kallas, li serk medyaya civakî got: "Destpêkirina şer û hêvîyên ku mirov li Ewropayê bi azadî bigerin, ne mantiqî ye. YE ji ber bûyerên domdar ên balafirên bêmirov û sabotajên li ser axa Ewropayê, qaîdeyên vîzeyê ji bo welatiyên Rûs hişktir dike. Geştên bo YE mafekî bextewarî ye, lê ne garantî ye."

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.