Nûnerê Pûtîn: Ji bo hevdîtina Erdogan-Esed şert û merc pêk nehatine
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ê Karûbarên Sûriyê Aleksander Lavrentiev ragihand ku heta niha şert û mercên hevdîtina Serokê Sûriye Beşar Esed û Serokomarê Tirkiyê Beşar Esed pêk nehatine.
Lavrentiev di hevpeyvîna ajansa TASS a rûsî de got, “Pêwendîyên çarçoveya çaralî, di navbera wezaretên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê de hene û dewam dikin, lê hîn zû ye em behsa hevdîtina Esed û Erdogan bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Lavrentiev piştî gera 22yan a civînên Astana yên li ser çareseriya Sûriyê ev daxuyanî da û destnîşan kir, heta niha şert û mercên hevdîtina Esed û Erdogan pêk nehatine.
Erdogan, di vegera ji Bakuyê de gotibû, ew hê jî hêvî dike ku bi Beşar Esed re bicive û bi hev re pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê sererast bikin. Berê jî Erdogan amadebûna xwe ji bo hevdîtina bi Esed re piştrast kiribû û gotibû, ew li benda bersiva Şamê ye.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.