Ji bo kujerên 5 welatiyên Duhokî cezayê mubetê hat dayîn
PeyamaKurd - Di rûniştina 8an a doza kuştina 5 kesan ji du malbatên Duhokî de li Dadgeha 4emîn a Cezayê a Giran a Mêrdînê hat lidarxistin, biryar hate dayîn.
5 endamên 2 malbatên Duhokî 19ê Çileya 2023yan dema di otomobîla xwe de diçûn bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê, li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin.
Di danişîna îro 14ê Mijdarê ya 8emîn a dozê de, dadgehê ji bo du 4 gumanbarên êrîşê yên bi navên Faris Akseven û Abdullah Kaplan biryar da.
Dadgehê li ser herdu tawanbaran cezayê muebetê sepand û tevî 5 caran cezayê heta hetayê 15 salên din ceza da wan.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.