Ji Amnesty daxuyaniya Efrînê: Divê Tirkiye dawîyê li binpêkirinan bîne

Ji Amnesty daxuyaniya Efrînê: Divê Tirkiye dawîyê li binpêkirinan bîne

PeyamaKurd - Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) li ser binpêkirinên artêşa Tirkiye û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên li herêma Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Amnestyê ragihand, “Hêzên Tirkiye û komên çekdarên ser bi Tirkyê ve li Sûriyê, binpêkirinên metirsîdar li dijî mafên mirovan dikin û ew rewş berdewam e.”

Amnesty International da xuyakirin, “Xelkê Efrînê ji ber binpêkirinên komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne biçekkirin û amadekirin dinale.”

Amnestyê diyar kir, “Hêzên Tirkiyê binpêkirinên wekî girtina neyasayî, windakirina bi darê zorê, destdanîna ser mal û milkan û talankirinan piştguh dike. Ji ber destdanîna ser dibistanan ji aliyê komên çekdar û hêzên Tirkiyê ve, bi hezaran zarok ji xwendinê bêpar mane.”

Amnestyê Tirkiye weke hêza dagirker li Efrînê pênase kir û diyar kir, ew ji parastina sivîlan berpirs e.

Herwiha Amnestyê destnîşan kir ku divê Tirkiye were agahdarkirin û dawiyê li wan binpêkirinan li Efrînê werîne.

 

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.