Elî Husên: “PDKyê şandeke taybet bo danûstandinên li gel aliyên siyasî pêk anî”

Elî Husên: “PDKyê şandeke taybet bo danûstandinên li gel aliyên siyasî pêk anî”

PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Mekteba Rêkxistinî ya Silêmanî-Helepçe û Raperînê, Elî Husên got: “Divê dev ji herêmparêziya teng bê berdan û bi ruhekî neteweyî hewl bê dayîn ku parlamento bê civandin da ku hikûmeta ava bibe. Herêma me, bi guhertinên mezin re rû bi rû ye û komkirina parlamentoyê, avakirina hikûmetê û aktîfkirina wan pêwîstiyên lezgîn in.”

Husên wiha got: “Xweşbextane hilbijartin bi aramî derbas bû û mijara gilî û têbîniyên aliyên siyasî yên di komîsyonê de bi dawî bû. Niha jî alî ketine nava danûstandinan, PDKyê şandeke taybet ji bo danûstandinên li gel aliyan ava kiriye. Ji bo me kurdan jî girîng e ku em zanibin ku li Iraq, li herêmê û cîhanê guhertinên mezin hene.”

 

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.