Ji Tirkiye daxuyaniya operasyona Rojava: Mafê me yê herî xwezayî ye

Ji Tirkiye daxuyaniya operasyona Rojava: Mafê me yê herî xwezayî ye

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê li ser operasyoneke muhtemel ali Rojavayê Kurdistanê ragihand, "Mafê herî xwezayî yê Tirkiyeyê ye operasyonan bike" û hate diyarkirin, çi pêwîst bike ew dê bikin.

Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê Zekî Akturk li Enqereyê civîneke agahdarkirinê ya heftane li dar xist.

Zekî Akturk, li ser bibîrxistinê gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê de got, "Ji bo ewlehiya welat û sînorên me di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û xweparastinê de mafê herî xwezayî yê Tirkiyeyê ye operasyonan bike. Di vê mijarê de çi pêwîst bû heta îro me kir û ji niha û pê ve jî em ê bikin.”

Rayedarê Tirk diyar kir ku heger dem û cih hat a pêwîst tê kirin û got, “Ya ku ji bo me girînge ewlehiya gel û welatê me parastina maf û berjewendiyên welatê me ye û em di vê mijarê de bi biryar in."

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.