Di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derket: 6 kes mirin

Di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derket: 6 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Mozambîkê, muxalefet encama hilbijartinê qebûl nekir û bang li xelkê kirin ku bikevin nav çalakiyan. Di dema xwepêşandanan de, di navbera çalakvan û polîs de şer derket û di encamê de 6 kes mirin.

Li gor çapemeniya welat, desthilata Mozambîkê ku niha di destê Cepha Rizgariya Mozambîkê (Frelimo) de ye, serokê muxalefetê ku niha Venancio Mondlane ye û desthilatê û hem encama hilbijartinê qebûl nake, bi banga wî ji 21ê Cotmehê heya niha çalakî dewam dikin.

Rêxistina civakî ya sîvîl "Plataforma Eleitoral Decide" ku pêvajoya hilbijartinê dişopand, ragihand ku li bajarê Nampula di protestoyan de, di navbera polîs û çalakvanan de şer derketiye, di encamê de 6 kes mirine û 8 kes birîndar bûne.

Heman rêxistin ragihand ku li bajarê Manicayê jî di navbera polîs û çalakvanan de şer derketiye û polîs 9 kesan xistiye binçav.

Rêvebirê giştî yê asayîşa Mozambîkê Bernardino Rafael, duhî ragihand ku çalakî yên terorê ne û divê ber li wan bên girtin.

Dozgerî, ji ber zerar û ziyana çalakiyan, di derbarê kesên berpirs de 208 dosya vekiriye.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.