1 milyon û 274 hezar û 67 kes ji 5 xalên sînorî yên Iraqê bi qaçaxî koçber bûn

1 milyon û 274 hezar û 67 kes ji 5 xalên sînorî yên Iraqê bi qaçaxî koçber bûn

PeyamaKurd - Rêxistina Koç û Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) ragihand ku sala borî zêdetirî milyonek kesan bi rêya Iraqê bi qaçaxî çûne welatên din û ji sedî 71ê wan jî dikin nêzîkî 710 hezar kes, hemwelatiyên Iraqê bûn. IOMê di rapora xwe de, behsa metirsî û xirabkariyên rêyên qaçax kir û diyar kir, xelkê berê xwe daye wan rêyan û dibin qurbaniyên torên qaçaxçîtiyê û bazirganên mirovan. Herwiha Iraq bûye penageh û xaleke ji bo qaçaxçîtiya mirovan.

Hate gotin ku yek milyon û 274 hezar û 67 kes li 5 xalên sînorî yên li Iraqê re derbas bûne û derbasî welatên cîran bûne, ku sedî 71ê wan jî Iraqî bûn.

Hate diyarkirin: “Ji 1ê Adara 2022yan heta 30yê Mijdara 2023yan yek milyon û 274 hezar û 67 kes ji 5 xalên sînorê navbera Iraq û welatên Îran û Sûriye û Tirkiyê yên cîran re derbas bûne.’’

IOMê diyar kir ku sedemê geşta wan kesan cûrbicûr in û dikare bê gotin, hinek ji bo lêgerîna kar hinek jî ji bo jiyaneke baştir koç dikin.

Li gor raporê, zayenda koçberan piranî mêr in û di navbera temenên 18 heta 34 salî de ne. Rêjeya wan digihe sedî 80yî. Ji sedî 20ê din jî jin in û temenê wan di navbera 18, 34 û heta 60 salî de ne. Nêzîkî nîvê koçberan nezewicî ne, ji sêyan yek zewicî ne û rêjeya wan nêzîkî sedî 28ê ye, lê rêjeya ku dimîne jî piranî yan ji hevjînê xwe cuda bûne û jinebî ne.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.