Reuters: Bi hatinaTrump re şerê Rûsya-Ukrayna ber bi dawîyê ve diçe
PeyamaKurd - Ajansa Reutersê bi zarê rayedarên Amerîkî ragihand, bi vegera Serokê Amerîka Donald Trump bo Koşka Spî re, wê çarenivîsa şerê Rûsya-Ukrayna jî diyar bibe.
Rayedarekî Amerîkî gotiye, “Zivistana îsal demeke krîtîk e. Hêvîdar im ku şer bi dawî bibe. Di vê demê de em ê helwesta her du aliyan û bi danûstandinên pozîsyonên destpêkê diyar bikin.”
Ukraynî bi taybetî li bendê ne ku bibînin ka Trump wê kê ji bo pozîsyonên ewlekarî û parastinê yên sereke hilbijêrin da ku bibînin ka ew ê çawa siyaseta xwe ya Ukraynayê saz bike.
Rayedarekî Kiyevê jî anîye ziman ku piştî serketina Trump îhtîmaleke kêm e ku Ukrayna li NATOyê were vexwendin û got, xetera qutkirina alîkariyên leşkerî di dema Trump de heye.
Heriwah çavkaniyeke dîplomatîk a payebilind li Kîevê gotiye: “Rewşa li Ukraynayê pir aloz e. Hûn dikarin bêhêvîbûna zêde ya di gotinên dawîn ên Zelenskiy de bibînin.”
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.