Li Mêrdînê 10 rojên din qedexeya derketina kolanan hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di 4ê Mijdarê de ji wezîfeyê hat girtin û li şûna wî qeymeqam ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat tayînkirin, qedexeya li ser xwepêşandanên li bajêr 10 rojên din hat dirêjkirin.
Parêzgariya Mêrdînê di navbera 4-14ê Mijdarê de hemû çalakî û çalakiyên wekî daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, mîtîng û vekirina standan qedexe kir, lê ev biryar îro jî di nav de, 10 rojên din hat dirêjkirin.
Di daxuyaniya Parêzgariyê de hat ragihandin ku ji 14ê Mijdarê ve ji bo 10 rojan heta saet 23.59ê 24ê Mijdarê li tevahiya bajêr çalakiyên weke kombûna li qadên vekirî, meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.