Li Tirkiyê di nav 10 mehan de 343 jin hatin kuştin
PeyamaKurd – Di nav 10 mehên ewilî yên sala 2024an de, 343 jin hatin kuştin. Ji van jinana 36 jin tevî ku seredana polîs an dozgeran kirin û gotin jiyana wan di talûkê de ye, hatin kuştin.
Nûnera ‘Paltforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ (Kadın Cinayetlerini Durduracağız Platformu) Nuran Karahan, ragihand ku ji ber ceza nayê dayîn, jimara jinên kuştî zêdetir dibin. Nuran Karahan got:
“Jin mafên xwe dizanin û rêje nîşan didin ku jin têkoşîna azadiya xwe didin. Jin karibin serdana ku derê bikin, dikin û dixwazin ji qanûna jimare 6284 ku qanûna xweparastina jinan ya ji şiddetê ye, fêde bibînin. Lê ew sazî an dezge bêqanûnî jinan paşde dizivirînin an tevî biryarên tedbîran distînin jî, qanûn nayên bicîhanîn.
Wê dîroka me binvîse ku di çentê wan jinan de biryara parastina wan dertê û tevî ku kelebça elektronîk heye jî, kujer dikarin serbest bigerin. Lê êdî jinên kuştî ne li jiyanê ne û ji ber hêzên asayişê naxwazin bi mijarê bilî bibin, wê dîrok wan jinên kuştî jî binvîse.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.