HSDyê, 16 DAIŞî li Kampa Holê dîl girtin

HSDyê, 16 DAIŞî li Kampa Holê dîl girtin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro şemiyê (9ê mijdara 2024an) ragihand ku wan hewldaneke revê ya şaneyên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li kampa Holê li gundewarên Hesekê li rojavayê Kurdistanê têk birine û 16 çekdarên DAIŞê dîl girtine.

Odeya Çalakiyan a “Ewlehiya Derdorê” ya bi ser HSDyê ve di daxuyaniyeke fermî de diyar kiriye ku di dema kontrolê de, çekdarên DAIŞî hewl daye ku birevin û di nava hinek beşên kampê de bi cih bibin, lê hemû hewldanên wan hatine şikandin û ew kes hatine girtin.

Di 6ê mijdarê de Odeya Çalakiyan a HSDyê ku bi piştgiriya Koalîsyona Cîhanî ya bi pêşengiya Amerîkayê, li Kampa Holê ya operasyoneke nû ya ewlekariyê ragihandibû ku armanca wê jinavbirina şaneyên DAIŞê ye.

HSDyê destnîşan kiriye ku 16 endamên DAIŞî dîl hatine girtin û embareke çek û cebilxaneya wan jî hatiye desteserkirin.

 

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.