Li Amedê fûara 6em ya Gurme û Lezetên Herêmî ya Mezopotamyayê destpêkir

Li Amedê fûara 6em ya Gurme û Lezetên Herêmî ya Mezopotamyayê destpêkir

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê fûara 6em ya Gurme û Lezetên Herêmî ya Mezopotamyayê destpêkir. Fûar bi beşdarbûna 170 şîrketan ku ji 59 bajaran hatibûn Amedê, destpêkir.

Fûar, bi desteka parêzgeha Amedê, şaredariya mezin ya Mêrdînê, Oda bazirganiya Amedê (DTSO),Yekîtiya Odeyan ya esnaf û senatkaran, Borsa bazirganî ya Amedê, rêvebiriya sanayiya organîze, Zankoya Dicle û KOSGEBê hat kirin.

Fûar, li navenda Kongrê ya navdewletî ya Mezpomyayê hat kirin. Di destpêka fûarê de rêvebirê bajêr yê Amedê yê çandinî û daristanê Ertan Atalar ragihand ku ciyê Amedê bi 7 milyon dekar araziyê xwe ve, di seha çandiniyê û ajalvaniyê de xwediyê ciyekî girîng e. Atalar got ku li bajêr gelek berhemên çandiniyê tên bidestxistin û weha dewam kir:

“Di çandiniya dexl û genim de, li seranserê Tirkiyê em di rêza 3em de ne. Di seha ajalvaniyê de Diyarbekir di rêza 5em de ye. Em di dîrokê de xwediyê 12,500 salane ku em çandiniya genim û baqliyatê dikin. Lewra çandinî di avakirina bingeha bajêr de şekil da gelek tiştên girîng. Bingeha van berhemên xwecîh, li ser bingeha ku min behskirî hatiye avakirin. Ji bo danasîna van berheman ya ji bo Tirkiyê, herkesê keda wî hebe, ez sipasiya wan dikim.”

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî got ku di sala borî de 347 hezar ziyaretvan seredana fûarê kirine û îsal bende ne ku 500 hezar kes seredana fûarê bikin. Fûar wê 6 roj dewam bike.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.