64 sal derbas bûn | Birîna komkujiya 283 zarokên şewata Sînemaya Amûdê hê zindî ye

64 sal derbas bûn | Birîna komkujiya 283 zarokên şewata Sînemaya Amûdê hê zindî ye

PeyamaKurd – Îro Salvegera Karesata Şewata Sînemaya Amûdê ye ku 13ê Mijdara 1960î 283 zarokên Kurd di wê şewatê de can dan.

Tevî ku 64 sal bi ser şewata Sînemaya Amûdê de derbas bûne jî bandor û birîna wê hê jî li ser Rojavayê Kurdistanê didome û êşa wê zindî ye.

Şewata Sînemaya Amûdê çawa çêbû?

Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê fîlmekî bi navê (Cerîmeya Nîvê Şevê) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin û ji bo zarokên Amûdê hatibû pêşandan.

Şeva 13ê Mijdara sala 1960î Sînemaya ku cihê 200 zarokan hebû, 500 zarok tê de hatin bicihkirin. Dema zarokan li fîlm temaşe dikir agir bi sînameyê ket.

Ji ber ku hêzên rejîma Sûriyeyê di dema şewatê de derî venekirin 283 zarok di nav agir de şewitîn û can dan.

Sedema şewatê çi bû?

Hê jî derbarê sedema wê şewatê de ti agahiyeke zelal tune ye, lê tê gotin ku rêjîma sûriyê ev bûyer pêk aniye û hinek jî dibêjin ku agir bi xwe ji ber elektrîkê derketiye lê tu kes nizane ku wê rojê çi qewimî ye.

Ligel ewqas sal ji ser vê bûyera xemgîn derbas bûne jî şahidên wê serdemê hîn jî dema qala wê rojê dikin wekî ku mirov ji nû ve bijin xemgîn dibin.

Rejîma Sûriyê nehişt malbat şîna xwe bigirin

Herwiha piştî bûyerê ji bo rayedarên salona sînemayê tu tedbîrên hiqûqî nehatin girtin û tevî wê jî rejîma Sûriyê bi biryareke lezgîn mafê şînê yê qurbaniyan qedexe kir.

Çîroka Mihemed Seîd Axayê Deqorî ya şewata Sînemayê

Dema zarok dişewitîn kesên şahidên wê bûyerê jî hewl dan zarokan rizgar bikin.

Kesên ku bûn şahidên wê rojê hîn jî dema wê rojê bi bîr tînin, dilê wan disote.

Mihemed Seîd Axayê Deqorî jî wê rojê gelek zarok ji mirinê rizgar kirin.

Deqorî dema hewl dida zarokan rizgar bike, kete bin stûneke ku ji ber şewatê hilweşiya û jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê rayedarên Sûriyê gotin, “Ev qeder e.

Tiştekî bê kirin tune ye” û diyar kir ku şewata sînemayê ji ber xeletiyeke teknîkî derketiye.

Lê belê di dema bûyerê de ti teknîsyen û xebatkarên sînemayê zirar nedîtin, leşkeran mudaxele nekir, derî hatin kilîtkirin û lêpirsîn nehat kirin. Ji ber van hemûyan, gelek kes dibêjin, ew komkujiyeke plankirî bû.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.