DEM Partî: Qeyûman malperên Kurdî rakir, konserên Kurdî betal kirin
PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) li Diyarbekirê derbarê ji nû ve danîna qeyûman li ser şaredariyan îro civîneke rojnamevanî li dar xist.
Di daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Dem Partîyê de, li ser bandora qeyuman a ser ziman û çanda kurdî hate rawestîn û hate gotin, “Bi tayînkirina qeyûman berî her tiştî destdirêjî li xizmeta pirzimanî kirin. Di malperên şaredariyan de xizmeta bi Kurdî rakirin; li gel desteserkirinan li gelek cihan konserên bi kurdî hatin betalkirin û êrişên li ser zimanê Kurdî zêdetir bûn.”
Di daxuyaniya ku kurmanciya wê ji aliyê Hevberdevkê Komîsyonê Heval Dilbihar û kirmanckî jî ji aliyê Hevberdevka Komîsyonê Cemîle Turhalli Balsak hate xwendin de hate diyarkirin, “Polîtîkayên ku sed sal berî niha hatibûn sîstematîzekirin, îro jî ji aliyê qeyûmên hikûmeta AKP-MHPê yên ve tên domandin. Bi destê qeyûman ew polîtîka adapteyî şert û mercên îro kirine û dixwazin bi rêya pergala qeyûman encam bi dest bixin. Lewma dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me yên Mêrdînê, Êlihê û Xelfetiyê jî kirin û vîna gel desteser kirin. Bi tayînkirina qeyûman berî her tiştî destdirêjî xizmeta pirziman kirin. Di malperên şaredariyan de xizmeta bi Kurdî rakirin; li gel desteserkirinan li gelek cihan konserên bi kurdî hatin betalkirin û êrişên li ser zimanê Kurdî zêdetir bûn”.
Dawiya daxuyaniyê hate gotin: “Em wek DEM Partî li ser bingeha polîtîkayên pirzimanî û pirçandiyê dê her dem û li her derê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî û hemû nirxên Kurdewar bi awayekî herî şênber, domdar, mayînde û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.Bi vê boneyê em careke din dibêjin ku divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî, bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo vê jî em bang û gazî li hemû kurdan, partî, sazî, palatformên azadîxwaz û demokratîk û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku di serî de li Kurdistanê li hemû cihên ku kurd lê dijîn li dijî her cureyê qeyûm, tunehesibandin û hewldanên jiholêrakirina zimanê Kurdî têkoşîna hişmendî, rêxistinkirin û perwerdehiya zimanê kurdî li her derê bilindtir û berfirehtir bikin.”
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.