Civîna COP29: Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê ye!

Civîna COP29: Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê ye!

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bibe, çû Bakuya paytexta Azerbaycanê.

Nêçîrvan Barzanî beşdarî konferansa guherîna avhewayê dibe ya ku bi kordînasyona Neteweyên Yekbûyî li Bakuyê hat lidarxistin.

29emîn Konferansa Partiyên (COP29) ya Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi mazûvaniya Azerbeycanê dê di navbera 11-22yê Mijdarê de bê lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî ku duh çûbû Bakuyê, li salona konferansê ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Konferansê di 11ê mijdarê de dest pê kir û dê heta 22yê mijdarê dewam bike. Tê çaverêkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re heta 15ê mehê beşdarî konferansê bibin.

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.