Mesrûr Barzanî: Divê serjimêrî ji bo berjewendiyên siyasî neyê bikaranîn

Mesrûr Barzanî: Divê serjimêrî ji bo berjewendiyên siyasî neyê bikaranîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê Fransayê yê Iraqê Patrick Durel li Hewlêrê qebûl kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Fransayê serkeftina proseya hilbijartinan û encamên wê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û her du alî li ser girîngiya pêkanîna hikûmeteke hevgirtî û bihêz di zûtirîn demê de, ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna guhertin û pêşhat û rewşa deverê û cîhanê, hevnerîn bûn.

Her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li hev guhertin û diyar kirin ku pêwîste mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.

Di beşeke din a civînê de, danûstandin li ser amadekariyên girêdayî pirsa birêveçûna serhejmêriya giştî ya li Rraqê hate kirin.

Mesrûr Barzanî da zanîn, Herêma Kurdistanê piştevaniya proseya serjimêriyê ji bo merema pêşxistinê dike, lê dîtin û têbînî jî li ser wê proseyê hene ku pêdivî ye ji rê neyê derxistin, bi çi awayekî ji bo meremên siyasî neyê bikaranîn. Herwiha ti bandoreke nerênî jî li ser bicihanîna madeya 140 ya destûrî û yekalîkirina pirsa deverên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çênebe.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.