Li Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hate ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgariya Şirnexê ragihand ku herêma çiyayê Cûdî, çiyayê Gabar, Dolê û Dêriyê Zêr wek herêmên teybet hatin diyarkirin û 15 rojan qedexe li wan deveran hate ragihandin.
Di daxuyaniya parêzgariya Şirnexê de hate gotin, “Çiyayê Cûdî, çiyayê Gabar, Dolê û Dêriyê Zêr wek herêmên teybet hatin diyarkirin û ji 13ê Mijdarê heta 27ê Mijdar a 2024'an, ev herêm wek herêmên ewlekariya taybet hatine destnîşankirin û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.”
Hate diyarkirin ku qedexe ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşeke neyînî hatiye ragihandin.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.